• Thursday, 12 February 2026
logo

Serkirdeya Rojava, Îlham Ehmed hişyarî da: Tirkiye kengê bixwaze dikare êriş bike!

Gulan Media September 24, 2019 Nûçe
Serkirdeya Rojava, Îlham Ehmed hişyarî da: Tirkiye kengê bixwaze dikare êriş bike!
Berpirseka Rojavayê Kurdistanê li ser êrişa Tirkiyê hişyarî da û ragihand, Tirkiye kengê bixwaze dikare êriş bike!

Serkirdeya PYDê, Îlham Ehmed, ku hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk e jî û niha li Amerîka ye, ji kovara Amerîkî ya Foreign Policy re gotiye, ew ji liv û tevgerên artêşa Tirkiyê li ser sînorên Rojav û Sûriyê nîgeran in.

Îlham Ehmed her wiha gotiye, ruxmî ku kurdan bendên rêkeftina “herêma ewle” bicîh anîne jî lê dîsa Tirkiye roj bi roj gef û tehdîdên xwe li ser wan zêdetir dike. Amerîka jî bi temamî piştevaniya kurdan nake loma Tirkiye kengê bixwaze dikare êriş bike.

Li ser daxuyaniya serokê Tirkiyê ya bicîhkirina 3 milyon penaberên Sûrî li Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Firatê jî, wê serkirdeya Rojavayê Kurdistanê gotiye, ji xwe piraniya wan kesan ne xelkê bakûrê Sûriyê ne ji ber wê jî eger li wir bên bicîhkirin kurd dê neçar bimînin koçber bibin.

Bi gotina Îlham Ehmed, her gava ji her du aliyên sînor, hêzên serbazî vekişiyan wê çaxê ew dikarin bêjin kirîz çareser bûye û rewş normal bûye.

Basnews
Top