• Thursday, 12 February 2026
logo

Şêwirmendê Erdogan mercê danûstandina bi HSDê re diyar dike

Gulan Media September 23, 2019 Nûçe
Şêwirmendê Erdogan mercê danûstandina bi HSDê re diyar dike
Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê radigihîne, ew danûstandinê bi HSDê re nakin, heta ku HSD ji navçeyên sînorî venekişe.

Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Yasin Aktay ji ajansa “Sputnik” a Rûsî re ragihand, Amerîka gelek pere li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xerc kirine, ji ber vê jî Amerîka dest ji wan bernade.

Aktay diyar kir, welatên Ewropayê dixwazin danûstandin di navbera Tirkiyê û HSDê de destpê bike, lê Tirkiye qebûl nake danûstandinên rasterast bi HSDê re bike.

Tekez kir, Tirkiye naxwaze dewleteke netewî li rojhilatê Firatê bê avakirin, ji ber Tirkiye dixwaze HSD dest ji çekên xwe berde û hêzên xwe hilweşîne.

Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê got jî, divê HSDê li herêma ewle nemîne û heger Amerîka dixwaze wan biparêze, divê HSD li navçeyên sînorî nemîne, wê demê Tirkiye ji her danûstandinekê re amade ye.

K24
Top