Trump: Ezê terora îslamî jinavbibem!
Donald Trump di helmeta bangeşeya helbijartinê ya Serokwezîrê Hindîstanê Narendra Modî jî amade bû de gotarek pêşkeş kir.
Di helmeta bangeşeya ku bi beşdariya hezaran kesên Amerîkî û bi rêgez hindî li qada sporê ya eyaleta Teksasê birêve çû de, Serokê Amerîkayê Donald Trump soz da ku ‘’Terora îslamî’’ jinavbibe.
Biryare di mijdar a 2020ê de helbijartinên serokatiya Amerîkayê pêkbên û serokê naha yê Amerîkayê Donald Trump jî namzedê Partiya Komarî ye di wê helbijartinê de.
Basnews
