• Thursday, 12 February 2026
logo

Kiliçdaroglu: Azad nekirina Demirtaş karesatekî hiquqî ye!

Gulan Media September 23, 2019 Nûçe
Kiliçdaroglu: Azad nekirina Demirtaş karesatekî hiquqî ye!
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje, azadnekirina hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş karesateke hiqûqî ye.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu daxuyakirin, di demeke nêzîk de çaksaziya dadgehkirinê û projeyasaya lêborînê dê were rojeva Parlamentoya Tirkiyê û ewê li ser gengeşe bikin.

Kiliçdaroglu got, ji parlamenter û heta mafnas û rêveberên rêxistinên sivîl û xwendekarên leşkerî hezaran kes di zîndanan de bêguneh girtî ne û Tirkiye êdî li cîhanê wek welatekî nedadwer tê binavkirin.

Kiliçdaroglu got, diviyabû hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş hatiba azadkirin, lê li ser daxwaza desthilatê careke din hatiye girtin ku ev karesateke mafnasiyê ye.

Ev yek di demekê de ye, roja 20ê Îlonê Dadgeha Sizayên Giran a Enqerê biryara zîndanîkirina hevserokên berê yên HDPê Selahetîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê derxistibû.

basnews
Top