• Saturday, 14 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Bila tevahiya me bo xizmeta welat kar bikin

Gulan Media April 10, 2024 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Bila tevahiya me bo xizmeta welat kar bikin

Peyameke pîrozbayî pêşkêşî misilmanan kiriye.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta cejna Remezanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi minasebeta hatina cejna Remezanê pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî tevahiya misilmanên cîhan, Kurdistan û Îraqê dikim, bi taybetî pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî malbet û kesûkarên şehîdan dikim, Hêviya cejneke pir ji xweşî û kameraniyê bo tevahiya aliyan dikim û herwiha hêvî dikim cejna xêr û xweşiyê be.

Bila ev cejna pîroz, wate, armanc û buhayên vê ji pêkhatin, jihev xweş bûn, lihev nêz bûn, aştî û başî bo tevahiya aliyan bibin derfetek bo nû kirina têkiliyan, lêbûrîn û bihevre bûna tevahiya me û bo xizmet kirina gel û welat bihevre bixebitin.

Bi hêviya paşerojeke baştir, cejn li tevahiya we pîroz be, her sal bi xweşî.

Serokê herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

 

 

 

Top