Endamekî Encûmena Parêzgeha Nînowa: PDK li gel yek lîsteyiya aliyên Kurdistanî ne!
Îro 23.09.2019ê endamê encûmena parêzgeha Nînowa yê fraksiyona PDKê Haşim Birîfkanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji ber vê rewşa ku naha derketiye holê li navçeyên Kurdistanê ne xwezayiye û ne asayî ye û xelkên wan navçeyan zêdetir koçberin û li herêma Kurdistanê ne û bi taybet li Hewlêr û Duhokê ne. li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê de jî zêdetir hêza mezhebî li pêş e, ne niştimanî û hêza hevbeşiyê lê tineye. Ji ber Heşdî Şeibî li wan deverane û hukim dike, ji ber wê jî cîhê gumanê ye eger bo pêşerojê helbijartin dê bê kirin, pêwîste helbijartineke paqij be.’’
Herwaha got: ‘’Ji ber wê di vê rewşê de pir giring e, aliyên Kurdistanê yekdeng bin û bi yek lîsteyê beşdarî di helbijartinên encûmena parêzgehên Nînowa de bikin, ku biryare li gel parêzgehên din ên Iraqê di 1ê Nîsan a sala pêş de pêkbên. Em li gel yek lîsteyiyê de ne bi taybet jî bo Kerkûkê û cîhên din jî. Li wan navçeyane milmilaneyên li gel aliyên Kurdistanê dê ziyanên mezin li gel xwe bîne û pêwîste yekrêz bin em wek kurd û yek lîsteyî pir pîroze li gel me.’’
Basnews
