Tirkiye hinardekirina 54 berheman bo Îsraîlê radiwestîne
Wezareta Bazirganî ya Tirkiyê radigehand ku hinardekirina 54 berhemên cuda cuda yên ji bo Israîlê siordar dike, heta wê dema ku agirbest li Xezzeyê bê ragehandin û amaje bi wê jî da ku, “Ev yek wê rasterast bê bicihanîn”.
Wezareta Bazirganî ya Tirkiyê 09.4 2024ê ragehand, “Ev sinordarkirin berhemên asin û pola, keresete û berhemên avahiyan, mekîne û çend berhemên din vedigire”.
Herwaha ragehand, “Israîlê daxwaza wan ya şandina alîkariyan ji bo nav kertê Xezzeyê red kiriye”. Tekez jî kir ku biryar daye bi rêya rêzepilaneke nû bersiva Israîlê bide.
Hêza asmanî ya Tirkiyê jî wekî welatên din xwest bi balafirên xwe yên barhilgir tevlî operasiyona berdana alîkariyên mirovî bibe.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî ragehand, “Ji aliyê desthilatdarên Urdinê ve pêşwazî li daxwaziya me hatiye kirin lê ji aliyê Israîlê ve hatiye redkirin”.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwaha got, “Me biryar da rêzepilaneke nû li dijî Israîlê bi kar bînin, bi liberçavwergitina wê yekê ku çi behane ji bo redkirina alîkariya şêniyên birsî yên Xezzeyê nînin”.
Hakan Fîdan tekez jî kir ku, ew bersiva Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan “pêngav pêngav û bê paşxistin” dê bê bicihanîn.
Navbirî ron jî kir, “Ev rewş dê heta wê demê berdewam be ku Israîl agirbestê rabigehîne û rêyê bide ku alîkariyên mirovî bê veqetiyan bigehin Xezzeyê”.
Basnews
