• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî: Ji destdana hunermend Enwer Şêxanî ji bo me hemû aliyek ziyaneke mezine

Gulan Media September 23, 2019 Nûçe
Serok Barzanî: Ji destdana hunermend Enwer Şêxanî ji bo me hemû aliyek ziyaneke mezine
Serok Barzanî ji bo koça dawiyê ya Hunermend Enwer Şêxanî peyameke serxweşiyê belav kir û Enwer Şêxanî bi hunermendekî niştimanperwer binav kir.

Peyama Barzanî wihaye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya hunermendê niştimanperwer û navdarê bajarê Hewlêr Enwer Şêxanî gihîşt me. Ji destdana wî hunermendê xweştivî ji bo me hemû aliyek ziyaneke mezine.

Bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyê li malbat û kesukarê xwedê jêrazî Enwer Şêxanî û hemû rewşenbîr û hunermendên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
23.09.2019
Top