Xeys Temîmî: Spas ji bo Mesrûr Barzanî û pîroz be li fermanberên Kurdistanê
Siyasetmedarê Iraqê û Serokê Partiya Muwatine pîrozbahî li fermanberên Herêma Kurdistanê kir û ragehand, serkeftina Hikûmeta Kurdistanê û rêveberiya PDKê di rêveberina danûstanên taybet derbarê nakokiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li Bexdayê serkeftineke mezine.
Temîmî di tora xwe ya civakî X de nivîsand, ev serkeftin dê şiyana Iraqê zêde bike di derbaskirina tengasî û astengiyan û bi rêya hemahengî û lihevtêgeheştin û gotûbêj û danûstandinan û bi hevguhertina berjewendiyan a di cîha milmilane û şer û komkujîkirinan û cudayiyên etnîkî de.
Temîmî amaje bi wê yekê kir ku serkeftina Hikûmeta Kurdistanê bi hevkarî kirina li gel hikûmeta federal a Iraqê gelek pêwîste di vê demê de, ku navçe waye dişimite nav milmilane, şer û rewşekî gelek dijwar, ku dem wisa lê hatiye karesatên wek DAIŞ, Husî, dîktatorî û golên xwînê jê ava dibin.
Temîmî dibêje serkeftina vê hemahengiyê tê wateya serkeftina sîstema federalî li Iraqê. Herwaha tê wê wateyê bêdengkirina dengên kirêt, ku xewnan bi vegera desthilatiya merkezî û navendî ve dibînin.
Basnews
