• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameke serxwaşiyê ji Wezîrê Derve yê Iraqê Fuat Hisên re şand

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameke serxwaşiyê ji Wezîrê Derve yê Iraqê Fuat Hisên re şand

Hevjîna Wezîrê Derve yê Iraqê Fuat Hisên Carolina Montesori ku bi esil Holandiye, koça dawiyê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê  peyameke serxwaşiyê ji Wezîrê Derve yê Iraqê Fuat Hisên re şand.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyeke serxwaşiyê ji bo Dr. Fuad Hisên araste kiriye ji ber koça dawiyê ya hevjîna wî ku tê de nivîsiye, “Ez serexweşiyê li cenabê te dikim û ji Xudayê mezin dixwazim canê Xudêjêraziyê bi behişta berîn şa bike û dilrehetiyê bi we bide”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwaha nivîsiye, “Ez hevparê xema we me û hêvîdar im ev dawî nexweşiya we be”.

Naveroka nameya  Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Birayê rêzdar Dr. Fuad Hisên;

Nûçeya koça dawiyê ya hevjîna cenabê te ez xemgîn kirim.

Ez serexweşiyê li cenabê te dikim û ji Xudayê mezin dixwazim canê Xudêjêraziyê bi behişta berîn şa bike û dilrehetiyê bi we bide. Ez hevparê xema we me û hêvîdar im ev dawî nexweşiya we be.

 

Basnews

Top