• Thursday, 12 February 2026
logo

Alîkariyên leşkerî yên Hevpeymanan bo HSDê didome

Gulan Media September 22, 2019 Nûçe
Alîkariyên leşkerî yên Hevpeymanan bo HSDê didome
150 kamiyonên din bo wan şandine
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DIŞIê 150 barhelgir alîkariyên leşkerî derbasî navçeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Hevpeymaniya Navdewletî 150 barhilgirên nû yên alîkariyên leşkerî û lojistîkî derbasî navçeyên HSDê yên li rojhilatê Firatê kirin.

Şandina wan alîkariyên leşkerî û lojistîkî ji hêzên HSDê re di demekê de ye, Tirkiyê û Amerîka li ser pêkanîna herêma ewle li Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Firatê li hev kirine û çend gerên hevbeş ên esmanî bo çavdêriyê gundewarê Girê Sipî encam dan.

Rudaw
Top