Serdozgeriya Komarê: Demîrtaş ne ji ber dozên niha hatiye girtin
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê eşkere kir, her du hevserokên berê yên HDPê Selahatîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ji ber tohmetên wekî kuştina mirovan, têkdana yekîtî û yekparebûna dewleta Tirkiyê, talan û binpêkirina azadiya mirovan hatine zîndanîkirin.
Amaje bi wê jî kir, lê Demîrtaş û Yûksekdag heta niha ji ber tohmetên avakirina rêxistineke çekdar a terorê û fîtkirina tawanê dihatin dadeghkirin û îdiayên wekî Hevserokên berê yê HDPyê ji ber dozên xwe yên niha berdewam in hatine zindanîkirin, ne rast in.
Berî niha 2 rojan Serdozgeriya Komarê ya Enqerê lêpirsîek cûda li dijî hevserokên berê yên HDPê dabû destpêkirin û biryara zindîkirina Demîrtaş û Yuksekdagê dabû.
Li ser vê biryarê jî Hevserokê HDPê Sezaî Temellî duhî gotibû: Dosyên ku Selahatîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag pê dihatin tawambar kirin û ceza xwerine, heman dosya carek din anîn rojevê û dîsa wek biryar berdewamiya girtina wan dan. Yanê ew jiber wan gotinên xwe hatin cezakirin. Herwiha ji bo biryara dadgeha Ewropa jî vala derbixin ev biryar dane.”
K24
