• Saturday, 14 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî beşdariya civîna hevpeymaniya birêvebirina dewletê kir

Nêçîrvan Barzanî beşdariya civîna hevpeymaniya birêvebirina dewletê  kir

Behsa çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.

Di çarçoveya serdana xwe de bo Bexdayê şeva derbasbûyî Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî di civîna hevpeymaniya birêvebirina dewletê de kir û di civînê de Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngî û hemahengiya navbera aliyên siyasî yên Îraqê û karên hevbeş, parastina destûr û sîstema federalî kir.

Di beşeke din ya vê civînê de behsa kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin û Serokê herêmê tekez li ser vê yekê kir ku, Kurdistanê cidiye bo çareser kirina kêşeyan bi diyalog û li ser esasê destûrê û bo vê yekê jî tekez li ser hebûna mekanîzmek bo hebûna civînên dewrî di navbera aliyên têkildar de kir.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Îraqê û beşdarên civînê rixmî diyar kirina kêfxweşiya xwe bo beşdarî kirina Nêçîrvan Barzanî di civînê de, ev yek dubare kirin ku, xwestekeke  hevbeş bo jihev fêm kirin û çareser kirina kêşeyan heye û bo vê yekê jî berdewamiya têkiliyan bi girîng hate zanîn.

 

 

Top