PKKê teqîna Amedê li xwe girt
Hêzên Parastina Gel (HPG) û baskê PKKê yê çekdarî ye, bi daxuyaniyeke teqîna li navçeya Pasûr a Amedê li xwe girt û îdia dike ew kesên canê xwe ji dest dane sixûr bûne.
HPG ew teqîn weke “çalakiya sobatajê” bi nav kir û dibêje: “Ev çalakî dema derbasbûna wesayîta kontra têdebûn pêk hat. Di vê çalakiyê de 7 kontra hatine kuştin û 10 kontra jî birîndar bûne.”
Herwiha HPG îdia dike ku ew kesên canê xwe ji dest dane sivîl nebûne û ragihand: “Gelê me û raya giştî dizane ku xelkê sivîl û heta cerdevanên normal ên gund ne di hedefa me de ne. Yên li vir bûne hedef ne sivîl û cerdevanên normal ên ku dewleta Tirk qala wan dike ye. Ev kesane kontrayên taybet ên ji aliyê dewleta AKP-MHPê ve ji Mûş, Pasûr û Êlihê hatine û li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê dide karkirin e. Hemû jî kontrayên li dijî gel û şoreşê yên dewlet bikartîne ye.”
Di 12ê Îlonê de li ser rêya di navbera navçeya Pasûr a Amedê û bajarê Mûşê de, mayînek bi wesayîta gundiyan ve teqiya. Di encama wê teqînê de 7 kesan cane xwe ji dest dabûn û 10 kes birîndar bibûn.
Rudaw
