• Saturday, 14 February 2026
logo

Beriya cejnê mûçeyeke din tê dabeş kirin

Beriya cejnê mûçeyeke din tê dabeş kirin

Serokwezîr dibêje me çareseriya goncaw dîtiye.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Piştî hewldaneke gelek zêde bi hevkariya her du tîmên Serokwezîriya hikûmeta federalî û hikûmeta herêma Kurdistanê me karî çaresereke goncaw bo kêşeya xerc kirina mûçeya karmend û mûçexwerên herêma Kurdistanê bibînin.

Spasiya Serokwezîrê federalî birêz Mihemed Sûdanî û ev hêz û aliyan dikim ku, hevkar bûn daku, bihevre bi ser astengiyan û arîşeyan de zal bibîn.

Di demên derbasbûyî de hewlên zor hatin dayîn daku, welatiyên herêma Kurdistanê werin bêomîdkirin lewre careke din spasiya berxwedana Karmend, Fermanber û Mûçexwerên herêmê dikim.

Di wan du rojan de dawî bi dabeş kirina mûçeya meha Sibatê tê û hewl didin beriya cejnê jî dest bi dabeş kirina mûçeya meha Adarê jî bikin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

 

Top