• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Brazanî: Divêt neweyê ayînde, rol di pêşxistana Herêma Kurdistanê de hebe

Gulan Media September 20, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Brazanî: Divêt neweyê ayînde, rol di pêşxistana Herêma Kurdistanê de hebe
Serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de li ahenga derçûna yekem gera zankoya Emerîkî Kurdistan li Dihokê, daxwaz ji kompanîyayan kir derîyê delîveya kar bo xortan vekin.

Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji kompanîyayên Herêma Kurdistan kir derîyê delîveya kar bo xortên derçûyî yên zankoyê vekin.

Herweha got: Xweşhalim dema xortên ast bilind dibînim û divêt neweyê ayîndeyê rol di pêşxistana Herêma Kurdistanê de hebe.

Di pişkeke dî ya gotara xwe de got: Erkê hikumeta Îraqê ye piştîvanîyê li pêşkevtinên Herêma Kurdistanê bike.

Derbarê arîşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de, got: Divêt ew arîşyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hene li gor destûrê bihên çareserkirin û herweha tebayîyê di navbera alîyên sîyasî de bihêt berfirehtir kirin.

K24
Top