• Saturday, 14 February 2026
logo

Peyama Serokwezîr bo genocide kirina Kurdên Feyilî

Peyama Serokwezîr bo genocide kirina Kurdên Feyilî

Dibêje lazime hikûmeta Îraqê erkên xwe yên exlaqî cîhbicîh bike.

Serokwezîrê Kurdistanê di 44mîn salvegera genocide kirina Kurdên Feyilî de peyamek belav kiriye ku, naveroka peyamê wisa ye;

 

Di 44mîn salvegera genocide kirina Kurdên Feyilî de bi rêzdarî ve tevahiya ev xuşik û birayên Kurd yên Feyilî ku, ketine ber vê tawana hovane ya rejîma berê ya Îraqê ku, tenê jiber Kurdbûna wan û piştîvaniya wan bo şoreşa gelê Kurdistanê, rastî girtin, kuştin, wendakirin û jê stendina nasnameyê hatine bi bîrtînin.

Genocide kirina Kurdên Feyilî tawaneke jibîr nekirî û beşeke ji wan tawanên hovane ku, bi armanca ji nav birin û nehêştina nasnameya gelê Kurdistanê hatine kirin, lewre lazime hikûmeta Îraqê berpirsiyartiya exlaqî û destûriya xwe cîhbicîh bike û bi awayeke hêja qerebûya Kurdên Feyilî û tevahiya qurbaniyên destê rejîma berê yê Besê bike.

Di bîranîna genocide kirina Kurdên Feyilî de serê rêzdariyê bo rihê paqêj yê şehîdên Kurd yên Feyilî û tevahiya şehîdên Kurdistanê ditewînin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

Top