• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî ligel Serokê parlementoya Îraqê civiya

Gulan Media September 20, 2019 Nûçe
Serok Barzanî ligel Serokê parlementoya Îraqê civiya
behsa têkiliyên heyî di navbera her du aliyan de kirin
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî kir.

Di civînê de Serok Barzanî û Mihemed Helbûsî behsa rewşa giştî ya deverê, rewşa Îraqê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

Her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku lazime fêde ji vê rewş û derfeta han ya baş yaku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye afirandin were wergirtin û kêşeyên heyî bi awayekî bingehîn di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin.

Top