Rêveberekî Tevgera Gorran: Helbijartina bê PDKê rewa nabe
Endamê Civata Giştî yê Tevgera Gorran Dilşad Reşîd radigehîne, helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêwîste bi lihevtêgeheştina navbera hemû aliyan ve bê kirin, ji ber bê beşdarîkirina PDKê helbijartin rewa nabe.
Dilşad Reşîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Zehmete bê PDK helbijartin bê kirin, divê ev mijar bi lihevtêgeheştina navbera hemû aliyan bê kirin. Herwaha pêwîste rêkeftin li ser demekî din ji bo helbijartin bê kirin, ew dema ku naha hatiye diyar kirin, bila 3-4 mehên din bê paşxistin, ti cudayiyekî wisa çênabe, heta hemû aliyek bikarin bi hevdu re beşdarî helbijartinê bibin, bi vî awayî prose dê serkeftîtir bibe.’’
Derbarê wê egera PDK beşdarî helbijartinê nebe, gelo helbijartin dê rewa be? Dilşad Reşîd got: ‘’Nexêr gelek zehmete, alozî û belaviyê dê ava bike, ji ber PDK hêzeke mezine û ev emrê waqi e’’
Derbarê zanyariyên ku behsa wê yekê dikin ku ji naha ve ji aliyê welatekî herêmî ve encamên helbijartinê ji bo berjewendiya YNKê hatiye rêkxistin, gelo Gorran vê qebûl dike? Dilşad Reşîd got: ‘’Bêguman nexêr. Ev tiştekî nedestûrî ye û neyasayî ye. Nizanim ew zanyarî çend raste? Lê eger wisa jî be nayê qebûlkirin.’’
Şeva borî berdevkê PDKê daxuyaniyekî derbarê saziyekî çapemeniyê de belavkir ku qaşo PDKê daxwaza paşxistina birêveçûna helbijartinê kiriye û bi heman merc û tevdîr û yasayên naha ve dê beşdarî helbijartinê bibe û vê derbarê de jî Dilşad Reşîd got: ‘’Ew nûçe ti bingehekî wê tine û PDK li ser helwêsta xwe rijd e û ti cure destwerdanekî neyasayî li helbijartinan qebûl nake û pêwîst dizane ku hemû kêmasiyên teknîk û binpêkirinên destûrî û yasayî di awayê encamdanê helbijartinê de bên çareser kirin û bên rastkirin. JI bo ku helbijartineke paqij û azad û destûrî birêve biçe û hemû hemwelatiyên Kurdistanê bi hemû pêkhateyan ve mafê wan ên dengdanê hebe û encamên helbijartinê de jî destwerdan neyê kirin.’’
Dilşad Reşîd got: ‘’Paşxistina helbijartinê wek helbijardeyekî li gel PDKê hatiye behs kirin ku PDK beşdarî helbijartinê bibe û ji vê derê em teqez dikin ku PDK berdewam li gel helbijartinekî destûrî û şefaf bûye û eger helbijartin ji bo demekî din jî bê paşxistin, divê ew rastkirina destûrî û yasayî û teknîkî bên kirin ku rêveçûna helbijartinê paqij û şefaf re ew pêwîste.
Basnews
