Nivîskareka kurd: Amerîkayê ragehandiya ku di mijara biryara Dadgeha Federal de PDK mafdar e
Nivîskarekî kurd behsa helwêstê dawiyê yê Amerîkayê di derbarê biryarên Dadgeha Federal a Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê dike û dibêje Amerîkayê ragehandiye ku PDK mafdar e.
Nivîskar û rojnamevan Tenya Kurdî di tora xwe ya civakî facebookê de nivîsand: ‘’Amerîka dibêje, helwêstê PDKê li hember biryarên Dadgeha Bilind a Federal raste û PDK mafdar e. Ew dibêjin wê dadgehê dijî Herêma Kurdistanê biryar daye.’’
Herwaha dibêje: ‘’Amerîka li ser xetê ye ku çareseriyekî bibîne, ku Iraq ji dijatiya Herêma Kurdistanê dûrbixe. Lê piştî çi? Eger PDKê berevanî nekiriba, wêrek neba li hember dadgehê û ew destê herêmî yê pişt dadgehê, Amerîkayê ti demekî nedigot belê PDK mafdare û emê çareseriyekî bibînin.’’
Tenya Kurdî dibêje; ‘’Ev yasaya wêrektiyê ye, yasaya parêzgarî li xelk û destkeft û serbilindî û parêzgariye. Roj bi roj di her qonaxekî borî heta roja me ya îro, sibe û di paşerojê de jî her di stûyê PDKê de bûye û dê her stûyê PDKê de be.’’
Basnews
