• Thursday, 12 February 2026
logo

Şeladizê - 14 roje PKKê ciwanekî birîndar revandiye

Gulan Media September 19, 2019 Nûçe
Şeladizê - 14 roje PKKê ciwanekî birîndar revandiye
Beriya bi 14 rojan Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ciwanê ji Şeladizê yê bi navê Şewket Elî Rezgeyî ku bi armanca çûna ser zeviyên xwe ji aliyê PKKê va hatibû birîndarkirin. Herwiha bo cihekî nediyar hatibû veguhestin. Malbat û xizmên Rezgeyî dibêjin heta aniha derbarê aqubeta kurên wan da ti zanyarî li ber destên wan da tunene.

Birayê mezin ê Şewket Elî Rezgeyî Şukrî Elî, ji heftenameya Basê ra axivî û da zaîn ku birayê wî di 02.09.2019an da bi armanca serdana zeviyan çûbû Şeladizê û li ser zeviyên wan PKKê birayê wî birîndar kiriye. Herwiha Şewket Elî aşkere jî kiriye birayê wî ji destê xwe birîndar bûye û kesekî din ji Şeladizê hewl daye birayê wî derman bike û ber bi nexweşxaneyê bibe. Lêbelê PKKê bi ser wan da girtiye û birayê wî dî wî halê birîndar da ber bi cihekî ne diyar va biriye.

Herwiha Şewket Elî amaje bi wê yekê jî dike ku 14 roj bi ser girtin û birîndarbûna birayê wî derbas bûye. Lê aqûbeta wî hîn jî nayê zanîn. Şewket Elî aşkere jî kir ku wan serdana binke û baregehên PKKê li herêmê kirine û PKKê birayê wî radestî wan nekiriye û metirsî li ser jiyana birayê wî heye.

Basnews
Top