Ehmed Turk li Mêrdînê serket
Rêveberiya DEM Partî li bajarê Mêrdînê karî serkeftineke mezin bi dest bixe û bi cudahiyeke mezin li pêş rikberên xweye.
Li gor encama hilbijartinan li Mêrdînê berbijêrê DEM Partiyê Ehmed Turk li Mêrdînê karî zêdetir ji sedî 54 dengan, bidest bixe bi vê jî serkeftina xwe ragehand.
Tevî ku heta niha hemû sindoq ji hev nehatine veqetandin, lê li gorî encamên ku gehîştine destê DEM Partî û çapemeniya Tirkiyê, Ahmet Turk şaredariya Mêrdînê bi dest xistiye.
Di sala 2019’an de jî Ehmed Turk bi cudahiyeke zêde şaredariya Mêrdînê bidest xist lê piştî salekî, qeyûm ji bo şaredariyê hat dayîn.
