• Saturday, 14 February 2026
logo

DEM Partiyê çend şaredarî bi dest xistin?

DEM Partiyê çend şaredarî bi dest xistin?

Piştî eşkerebûna encamên destpêkê şaredariyên ku partiyan bi dest xistin hêdî hêdî diyar dibin.

DEM Partiya ku li gelek navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê bi namzedên xwe tevlî hilbijartinên şaredariyan bû li 3 bajarên mezin û 7 bajaran bi ser ket.

DEM Partiyê herwiha şaredariyên 58 navçe û 8 bajarokan jî bi dest xistin.

Şaredariyên ku DEM Partiyê bi dest xistine:

Bajarê Mezin:

Amed, Mêrdîn, Wan

Bajar:

Agirî, Êlih, Colemêrg, Îdir, Mûş, Sêrt, Dêrsim

Navçe:

Giyadîn, Bazîd, Avkevir, Tetwan, Rezan, Bismil, Çinar, Pîran, Erxenî, Hênê, Peyas, Karaz, Pasûr, Licê, Farqîn, Sûr, Yenîşehîr, Dep, Bêraqdar, Tatos, Gever, Dîgor,  Kaxizman, Artûklû, Kerboran, Dêrik, Qoser, Şemrex, Nisêbîn, Akdenîz, Kop, Melezgir, Gimgim, Bêrecûk, Hewag, Serêkaniyê, Xelfetî, Curnê Reş, Sirûc, Wêranşar, Misirc, Cizîr, Hezex, Silopya, Miks, Elbak, Ebex, Şax, Artemêt, Erdîş, Westan, Payîzava, Rêya Armûşê, Bêgirî, Qerqelî, Serê, Tuşba

Bajarok:

Bûlam, Pirxûs, Pazarcix, Leter, Altinova, Hawêl, Sirtkoy, Gundikê Melî

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) heta niha encamên fermî ranegihandine.

 

Rudaw

Top