• Thursday, 12 February 2026
logo

Hikumeta Tirkiyê Encûmena Şaredarîya Dîyarbekrê helweşand

Gulan Media September 19, 2019 Nûçe
Hikumeta Tirkiyê Encûmena Şaredarîya Dîyarbekrê helweşand
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglû ku di heman dem de parêzgerê Diyarbekirê ye jî; Civata Encumena Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê helweşand.

Ew civata ku ji 83 kesan pêk dihat û di hilbijartinên 31'ê Adarê yên Rêveberiyên Herêmî de hatibû hilbijartin. Qeyûmê berê yê heman şaredariyê Cûma alî Atîlla jî civata encumena şaredariyê helweşandibû û bi 5 karmendan karê civatê birêve dibir.

Civata Encumena Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ku ji 68 encumenên HDPyê, 22 encumenên Ak Partiyê û 3 encumenên Partiya Saadetê pêk dihat, ji aliyê qeyûmê şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê ve hatin helweşandin. Li gorî agahiyên serdema yekemîn a tayînkirina qeyûman; Qeyûmê ku di 2'ê Mijdara 2016'an de ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê hatibû danîn jî 2 sal û nîvan Civata Encumenê bi helweşandibû û karê civatê bi 5 karmendan bi rê ve dibir.

K24
Top