• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Amedê çavdêrekî Dem partî hate kuştin

Gulan Media March 31, 2024 Nûçe
Li Amedê çavdêrekî Dem partî hate kuştin

Îro li Tirkiyeyê dengdan bo hilbijarinên şaredariyan tê kirin.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê di çarçoveya prosesa dengdanê de îro li navçeya Sur ya li Amedê pevçûn di navbera du koman de çê bûye.

Di encama pevçûna han de kesek ku, tê gotin çavdêrê DEM partiye, hatiye kuştin û 11 kesên din jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve li bajarê Bursaya Tirkiyeyê jî keseke din hatiye kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûne.

Top