• Thursday, 12 February 2026
logo

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser: Zimanê rejîmê ne yê çareseriyê ye

Gulan Media September 19, 2019 Nûçe
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser: Zimanê rejîmê ne yê çareseriyê ye
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd daxuyaniya vê dawiyê ya hikûmeta Sûriyê red kir û got, rêjîma Sûriyê rewşa navçeyên di bin destê Tirkiyê de nabîne û berê xwe daye navçeyên ku rewşa wan ewle ne û got, “zimanê Şamê ne zimanê çareseriyê ye û xizmeta hemû pêkhateyên wî welatî nake.”

Bedran Çiya Kurd, dibêje di daxaxuyaniya rejîmê de tê gotin, gelek binpêkirin li herêmên Rêveberiya Xweser hene û diyar dike, “Ev bi temamî ne rast û û derew in. Pêwîst e Şam, bi nêzîkbûn û siyaseteke ku bikare pirsgirêkên ku hene çareser bike, nêzîk bike. Bi zimanê çareseriyê nêzî pirsgirêkan bibe. Îro herkes dizane ku herêmên herî ewle û seqamgir û xwedî rêberî û xwediyê parastinê, herêmên bakur rojhilatê Sûriyê ne.”

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser, herwiha diyar dike, “Bervajiyê vê, rewşa Efrînê li ber çav e, rewşa Idlibê li ber çav e, herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirkiyê de ne, li ber çavan e. Rejîma Şamê van hemûyan nabîne û berê xwe daye, herêmên ewle, herêmên ku herî zêde seqamgir in. Em dibêjin ev yek ne zimanê çareseriyê ye, ne zimanê ku xizmeta gelên Sûriyê bike û pirsgirêka gelê Sûriyê çareser bike.”

Herwiha Bedran Çiya Kurd dibêje, zimanê Şamê, krîzê kur dike û diyar dike, “Perçebûna çêdike, dikeve xizmeta projeyên welatên dagirker, ên ku dixwazin Sûriyê perçe bikin. Lewma em dibêjin, divê rejîma Şamê li xwe vegere. Bi vê siyasetê ne mumkin e, danûstandinê bi gelê Sûriyê re bike. Bi vî zimanî ne mumkine ku çareseriyê biafirîne û bi vî rengî bi temamî li dijî berjewendiyên gelê Sûriyê tevdigerin.”

Wezareta Derve ya Sûriyê li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPG pêşengiya wê dike, nameyek ji Netewên Yekgirtî re şandibû û têde ragihand, “bi piştgiriya hevpeymanên xwe em ê navçeyên di destê HSDê vegerînin bin kontrola hikûmeta navendî ya Şamê.”

Wezareta Derve ya Sûriyê di vê nameya xwe de, ku ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî û Serokê Encûmena Asayişa Navdewletî re şandibû, Hêzên Sûriyeya Demorkatîk weke “milîsên tawanbar” bi nav kiribû gotibû, “HSD dixwaze rewşa defakto li cihên ku di bin kontrola wê de ye bisepîne” û tekez dike, “HSD xizmeta projeyên Amerîka û Îsraîlê dike.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê, roja 15ê Îlonê daxuyaiyek belav kir û têde bersiva nameya Wezareta Derve ya Sûriyê ya bo Netewên Yekgirtî dabû.

HSDê di bersiva bo Wezareta Derve ya Sûriyê da, tometên wê wezaretê red kirin û ragihand, Sûriye hewla alozkirina raya giştî ya cîhanê û Netewên Yekgirtî dide. HSD dibêje, rejîma Sûriyê aliyê herî dawî ye ku mafê wê hebe li ser navê xelkê herêma Bakurê Rojhilatê Sûriyê biaxive û tekez dike, li cihê ku Wezareta Derve giliyan li wan bike, bila deriyê gotûbêjan veke, û dest bi danûstandinan bike.

Rudaw
Top