• Saturday, 14 February 2026
logo

Serkirdeyên Herêma Kurdistanê Cejna Qiyamê pîroz kir

Gulan Media March 31, 2024 Nûçe
Serkirdeyên Herêma Kurdistanê Cejna Qiyamê pîroz kir

 Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cejna Qiyamê li Mesîhiyên Herêma Kurdistanê û cihanê pîroz kir.

Serok Barzanî îro bi boneya cejna Qiyamê peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got:

“Germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwiş û birayên Mesîhiyên li Kurdistan û Îraq û seranserê cîhanê dikim.

Herwiha bi helkefta serê sala nû û cejnên Ekîto pîrozbahiyê li gelê Kildan Siryan Aşûrî li Kurdistan û Îraq û hemû cîhanê dikim û hêviya xêr û xweşî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.”

Di beşeke din a peyamê jî de Serok Barzanî got:

“Hêvîdarim kultûra pêkvejiyan û birayetî û tebayî ya di navbera hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistan û Îraqê parastî û bihêztir bibe.”

Serok Barzanî herwiha piştevaniya xwe ji bo maf û daxwazên rewa yên hemû pêkhateyan nîşan da û got:

Ez, tekeziyê li wê yekê dikim ku li jêr hîç hincetekê nabê paşvekêşiyê bi çanda pêkvejiyan û mafê xwişk û birayên Mesihiyan û pêkhatên neteweyî û olî yên din ên li Kurdistan û Îraqê bê kirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî peyama pîrozbahiya Cejna Qiyamê belav kir.

“Herêma Kurdistanê dê hertim dê wekî welatê pêkvejiyanê bimîne”

Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Di vê cejna pîroz de em dûbare dikin ku Herêma Kurdistanê, wekî hertim, dê welatê pirçandî, pêkvejiyan, hevpejirandin û toleransê ji bo hemû ol û neteweyan bimîne û ji bona vê armancê em li ser hewl û xebatên xwe berdewam dibin.

Werin em vê cejna pîroz bikin derfetek ji bo bihêzkirina biratî, yekrêzî û yekdengiya di navbera hemû pêkhateyên Kurdistanê de û bi hev re bi ruhê berpirsiyariya hevbeş, erkên xwe yên li hemberî welat û parastina mafên xwe û kiyana destûrî ya Herêma Kurdistanê bicih bikin û dest li nav dest de ji bo paşerojeke baştir ji bo nifşên bên bixebitin.

“Hêvîdar im, ev cejn bibe sedema xêr û xweşiyê”

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de got:

“Bi boneya hatina Cejna Qiyame û sersala nû (Ekîto), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwişk û birayên Xuristiyan yên li Herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê dikim.”

Mesrûr Barzanî herwiha got: “Hêvîdar im ev cejn bibe sedema xêr û xweşiyê bo hemûyan, bidawîhatina êş û azarên xwişk û birayên me yên Xiristiyan û bicihbûna aramî û ewlehiyê li cîhanê.”

 

Rudaw

Top