• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih tekezî li ser yekrêziya aliyên Kurd li Bexdayê kirin

Gulan Media September 18, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih tekezî li ser yekrêziya aliyên Kurd li Bexdayê kirin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li Serokomarê Iraqê Berhem Salih kir û di hevdîtinê de gotûbêj li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û bihêzkirina peywendiyan kirin.

Îro 17ê Îlonê piştî nîvro Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Wezîrê Darayî û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê yê bo karûbarên aborî Fuad Husên gihîştin Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Berhem Salih û şanda pê rev hevdîtinek pêk anîn û di hevdîtinê de gotûbêj li ser mijara proje-yasaya bûdceya 2020an ya Iraqê û pişka Herêma Krudistanê di wê bûdceyê de, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexadayê de û madeya 140 a derbarê navçeyên Kurdistanê yên derveyê Îdareya Herêma Kurdistanê de kirin.

Herwiha di hevdîtinê de tekezî li ser yekrêziya aliyên Kurdistanê li iraqê û karê hevbeş ligel aliyên Iraqî û yekdengî li ser çareserkirina pirsgirêkan kirin.

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Ceifer Şêx Mistefa, Cîgere Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Telabanî û Wezîrê Darayî û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê yê bo karûbarên aborî Fuad Husênjî di civînê de amade bûn.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî jî li ser hesabê medyaya civakî diyar kir ku ew kêfxweş e ku wî pêşwaziya Serokomarê Iraqê Berhem Salih kiriye û ew çave rê dikin gugftugoyên erênî ligel şanda Iraqê bêne kirin.

Rudaw
Top