Civata Wezîrên Herêmê bi amadebûna Serokkomarê Îraqê û Wezîrê Darayî dicive
Li gorî agahîyên WAARê îro siat 4ê êvarî Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê dê li dor doseyên budcey û hinek pirsên darayî bicive, Berhem Salih Serokkomarê Îraqê û Fuad Hisên Wezîrê Darayî yê Îraqê dê pişikdarî civînê bibin.
Herwiha tê çaverêkirin Berhem Salih û Fuad Hisên digel berpirsên bilind yên Herêmê û çendîn alîyên sîyasî jî civînan pêkbînin û behsa kêşeyên Hewlêr û Bexdayê bikin.
Hikumeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Fîdral çendîn lijneyên hevpişik jibo çarekirina kêşeyên helawîstî pêkanaîne, bi armanca dîtina çareyên guncay bo kêşeyan.
Waar.tv
