• Thursday, 12 February 2026
logo

Berpirsên Tirkiyê nexwastin bi şandeka Iraqî re hevdîtin bikin!

Gulan Media September 16, 2019 Nûçe
Berpirsên Tirkiyê nexwastin bi şandeka Iraqî re hevdîtin bikin!
Berpirsekî Iraqî ragihand, rayedarên hikûmeta Tirkiyê amade nebûn bi şanda Iraqî ya ku bo mesela avê çûbû Enqerê, re hevdîtin bikin!

Berpirsekî Iraqî ji malpera Iraqî ya “Sumaria News” re gotiye, çend roj berê şandeka Iraqî bo mesela avê çûbû Enqerê lê berpirsên hikûmeta Tirkiyê amade nebûn bi wê şandê re hevdîtin bikin.

Wî berpirsê Iraqî daye zanîn, Tirkiye û Iraq li ser mesela berdana ava çemên Dîcle û Firat nêzîkî rêkeftinê bûne lê wisa xuya dike Tirkiye daxwaza tiştên zêde dike ji ber wê jî xwe nade ber rêkeftinê.

Bi gotina wî berpirsî, Tirkiye ji sozên ku dabûn Iraqê, poşman bûye û naxwaze avê bide Iraqê.

Top