• Thursday, 12 February 2026
logo

Parêzgerê nû yê Hewlêrê li pêş serokê Herêmê sonda yasayî xwar

Gulan Media September 16, 2019 Nûçe
Parêzgerê nû yê Hewlêrê li pêş serokê Herêmê sonda yasayî xwar
Piştî derçûna Fermana Herêmî ji bo destbikarbûna parêzgarê nû yê Hewlêrê, îro di rêûresmekê de Ferset Sofî li pêş Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sûnda yasayî xwar.

Îro rêûresma sûnd xwarna D. Ferset Sofî jibo parêzgerîya Hewlêrê li baregehê serokatya Herêma Kurdistanê hatin krin û bi amadebûna Rêber Ehmed Wezîrê Navxwe D. Ferset Sofî parêzgerê nû hilbijartîyê Hewlêrê li beranber Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê sûnda yasayî xwar.

Di rêûresman da û piştî sûnd xwarnê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahîya destbkarbûna D. Ferset Sofî wek parêzgerê nû yê Hewlêrê kir û hêvîya serkeftinê di erkên wî da jibo xwast.

Herweha Nêçîrvan Barzanî spasîya Newzad Hadî parêzgerê berê yê Hewlêrê kir jibo wan kar û xizmetên di dema li posta parêzgerîya Hewlêrê da bo paytexta Kurdistanê kirîn.

Roja 12ê vê mehê di civîna Encûmena Parêzgeha Hewlêrê de kandîdê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ferset Sofî wek Parêzgarê Hewlêrê hat hilbijartin.
Top