• Thursday, 12 February 2026
logo

Îraq ji aliyê Mafyayê ve tê birêvebirin

Gulan Media September 16, 2019 Nûçe
Îraq ji aliyê Mafyayê ve tê birêvebirin
dibêje welat ji aliyê tîmên mafyayî ve tê îdarekirin
Wezîrê berê yê berevanî yê Îraqê Xalêd Obeyidî ragihand ku niha Îraq ji aliyê mafyayê ve tê birêvebirin û ti Serkirde û Siyasetmedarek rola xwe di îdare kirina welat de tuneye.

Xalê Obeyidî ku niha parlementere diyar kiriye ku dev ji kar berdana wezîrê tendirostî yê Îraqê nîşaneya vê yekê ye ku niha Îraq ji aliyê tîmên mafyayî û tîmên bazirganî kirin bi leşê mirov ve tê birêvebirin.

Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de aniye ziman ku hinek alî û derdor li berdem wezîr, wezaret û fermangehên hikûmetê astengin û nahêlin erkên xwe cîhbicîh bikin.

Top