Selçuk Ozdag: Em ligel 10 parlamenterên AK Partiyê di peywendiyê de ne
Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê yê berê Selçuk Ozdag ku roja Îna borî ligel wezîrê derve û serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu û çend berpirsên din ên AK Partiyê di civîneke çapemeniyê de ji wê partiyê îstîfa kirin, dibêje ligel 10 parlamenterên AK Partiyê di peywendiyê de ne û daxwaz ji wan kirine ku niha dest ji kar nekişînin.
Ozdag amaje bi wê yekê da ku li 81 parêzgehên Tirkiyê komisyon pêkanîne û di demeke nêzîk de dest bi nivîsandina program û peyrewa navxwe ya partiya nû dikin.
Piştî Ahmet Davutoglu ji AK Partiyê îstîfa kir, du parlamenterên din ên berê yên AK Partiyê û berpirsekî berê yê AK Partiyê li ser hesabên xwe yên Twitterê destjikarkişandina xwe ragihandin û dan zanîn ku ji niha û şûnde ligel Davutoglu kar dikin.
Rudaw
