• Thursday, 12 February 2026
logo

Siyasetmedarekî erebê sunne: Bila nav ereban de jî kesek derkeve wek Barzanî bifikire!

Gulan Media September 15, 2019 Nûçe
Siyasetmedarekî erebê sunne: Bila nav ereban de jî kesek derkeve wek Barzanî bifikire!
Siyasetmedarekî ereb ê sunne yê Iraqê rexne li pêkhateyên erebên sunne û şîe kirin, ku ji ber kesek nav wan de derneketiye wek Serok Barzanî kar bo çarenivîsa netewî û welat kar bike.

Parlamenterê berê yê Iraqê xwediyê bawernameya doktora yê peyvendiyên navnetewî Omer Ebdulstar beşdarî bernameyekî televîzyonê bû û girte videoya wê bernameyê di pêgehên torên civakî twitterê de belav bû û dibêje çi tişta baş û xirab bi serê Iraqê de tê ji ber erebên şîe ye.

Omer Ebdulstar dibêje Îran, şer li dijî her du pêkhateyên şîe û sunneyên Iraqê dike, ji ber ku ji netewa ereb in.

Herwaha pirs li pêkhateya erebên sunne jî dike û dibêje: ‘’Gelo nav sunneyan de zilamekî geheştî wek Mesûd Barzanî tineye? Ew 5 milyon kes in û welatê wan jî tine ye.’’

Herwaha dibêje em lêbigerin kesek hebe wek Serok Barzanî bifikire û dipirse, Gelo çi tişte rê digre ku kesek hebe wek Mesûd Barzanî bifikire?

Siyasetmedarê ereb dibêje: ‘’Mirov dibîne li cîhê herî bilind dinivîse ‘’Yan Kurdistan Yan Neman’’ pêwîste em jî kesekî bibînin ku binivîse ‘’Yan Erebistan Yan Neman.’’

Basnews
Top