Piraniya dikandarên kampa Kebertû jin in
Li Kampa Kebertû ya li bajarê Duhokê ji 150 dikanên di wê kampê de 36 ji aliyê jinan ve tên birêvebirin.
Ew jinên ku karûbarê dikanan dikin jî dibêjin, wan bi karkirinê xweş, ji ber ku alîkariya malbatên xwe dikin û debara jiyana xwe pêk tînin.
Menal Xelef, ku ji destê DAIŞê rizgar bûye, debara xwe û 4 zarokên xwe bi birêvebirina dikanê pêk tîne û dibêje, ew demjimêr 6ê sibehê radibe, dikana xwe vedike û heta 12ê şevê li ber dikana xwe disekine. Xelef dibêje, keç û jinên kampê gelek ji wê hez dikin ku ew bi vî karî debara zarokên xwe û malbata xwe dike.
Jineke din a ku li kampê cihekî ciwankariyê birêve dibe, dibêje ew alîkariya hevjînê xwe dike û dibêje ne tenê zilam, jin jî kar bike gelek baştir e.
Rêxistineke civaka sivîl projeyeke kar bo jinan li wê kampê vekiriye ku piştî perwerdekirina 3 mehan û pêdaçûna bo maweyê mehekê, proje bi dawî tê û jin dibin xwediyê karê xwe.
Rudaw
