• Thursday, 12 February 2026
logo

Hesenê Ruhanî wê serdana Tirkiyê bike

Gulan Media September 14, 2019 Nûçe
Hesenê Ruhanî wê serdana Tirkiyê bike
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi merema beşarîya di civîna sêalî ya serokên Îran, Rûsya û Tirkiyê wê roja yekşem 15ê Îlonê serdana paytextê Tirkiyê Enqerê bike.

Ligorî rapora navenda ragihandinê ya dezgeha serokomariya Îranê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesenê Rûhanî li ser banga fermî ya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jibo beşdarî û axavtina di pêncemîn dewra civîna sêalî ya Têhran, Moskow û Enqerê derbarê çareserkirina qeyrana Sûrîyê ku wê roja duşemê were encamda here Enqerê.

Biryare Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokkomarê Rûsyayê Vladimir Putin, Serokkomarê Îranê Hesenê Rûhanî qeyrana navxwe ya Sûriyê, pirsa Îdlîbê gotûbêj bikin.

Basnews
Top