• Thursday, 12 February 2026
logo

PAKê bang li dewletê û PKKê kir ku dawî li şer û pevçûnê bînin

Gulan Media September 13, 2019 Nûçe
PAKê bang li dewletê û PKKê kir ku dawî li şer û pevçûnê bînin
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) derbarê êrîşa li ser sîvîlan a li Qulpê daxuyaniyek belav kir û tê da bang li PKKê û Tirkiyê kir ku dawî li şer û pevçûnan bînin.

Îro înê 12-09-2019an PAKê bi daxuyaniyekê êrîşa duhê roja pêncşemê 12.09.2019an a li Qulpê bi bîr xistû tê da ragihand: “Di encama teqînekê de, 7 kes hatin kuştin, 10 kes jî birîndar bûn. Em vê êrîşê şermezar dikin. Me her cûreyeke êrîş û çalakîyên terorî yên ku zerarê dide sivîlan, bêyî teredut şermezar kir, îrô jî em her şermezar dikin. “

Herwiha behsa tûndiya şerê PKKê û Tirkiyê hatiye kirin û wiha hatiye gotin: “Dewleta Tirkîyeyê ji bo destkeftîyên gelê me ji holê rake, ji bo rê li ber xebat û çareserîya sîyasî, sivîl, demokratîk bigire, li Bakur û Rojava û Başûrê welatê me şer û êrîşên xwe didomîne. PKK jî bi şerê xendek û barîkatan, bi çalakîyên xwe yên çekdarî ku zirarê dide gelê me, rê ji êrîşên dewleta Tirkîyeyê xweştir kir, xweştir dike. Heta ku ev şer û êrîşên Dewleta Tirkîyeyê berdewam bin; heta ku PKK êrîş û çalakîyên xwe yên çekdarî yên ku zerarê digihîne gelê me, digihîne doza me berdewam bike, dê kuştin û wêranî her li ber derîyê me bin. “

Di berdeamiya daxuyaniyê jî da hatiye gotin, heta ku ev şer û êrîşên dewleta Tirkîyeyê berdewam bin; heta ku PKK bi êrîş û çalakîyên xwe yên çekdarî yên ku zerarê digihîne gelê me, digihîne doza me berdewam bike, bi hezaran gelê me yê sivîl rojekê li Pasûrê(QULP), rojekê li Qoserê, rojekê li Amedê yan jî li cîhekî din dê bibin qurbanîyên vî şerî û van çalakîyên çekdarî.

Ji bo rê ji çaresrîyeke sîyasî û sivîl re vebe, ji bo dawî li van kuştinan bê, divê dewleta Tirkîyeyê demildest vî şerî û van êrîşan bidawî bîne. PKK jî , divê bi şer û li çalakîyên xwe yên çekdarî ji dewleta Tirkîyeyê re rê xweştir neke û bêyî ku li hêvîya sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê bimîne, divê demildest dawî li şerî û li çalakîyên xwe yên çekdarî bîne.

Nabe ku qebûl kirina maf û azadîyên gelê me yên neteweyî, demokratîk, ji ber vî şerî bêne paşguh kirin, bêne tecîl kirin, bêne red kirin. Divê em bi awayekî girseyî û bi biryardarî ji helwesteke bi vî rengî re bêjin ‘na’.

Basnews
Top