• Thursday, 12 February 2026
logo

Nûnera UNê bersiva daxwaza Nêçîrvan Barzanî da

Gulan Media September 12, 2019 Nûçe
Nûnera UNê bersiva daxwaza Nêçîrvan Barzanî da
Nûnera Taybet ya Sekreterê Neteweyên Yekgirt bo Karûbarên Iraqê (UNAMI) Jeanine Hennis-Plasschaert bersiva daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da.

Di kurte vîdyoyê da Jeanine Hennis-Plasschaert îro pêncşemê 12.09.2019an darek li baxçeyekî dibistaneka Hewlêrê çand.

Herwiha Jeanine Hennis-Plasschaert dar çandin weke helmeta aştiyê bi nav kir û da zanîn ku ew li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî wê helmetê bûye.

Jeanine Hennis-Plasschaertê daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî kiriye ku beşdarî wê helmeta dar çandinê bibin.

Basnews
Top