Gera hevbeş a Amerîkî û Tirkî li herêma ewle birêve diçe
Peyamêrê K24ê li ser sînor li Kaniya Xezalan da zanîn, amadekarî li bajarokê Kaniya Xezalan tên kirin, 2 helîlopterên Amerîkî û 2 helîkopterên Tirkî li esmanê sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê dest bi firînê bikin.
Da zanîn jî, tê çaverêkirin, helîkopterên Tirkiyê li aliyê Tirkiyê û yên Amerîkî li aliyê Rojavayê Kurdistanê bifirin û dê li herêma ewle bifirin û çavdêriyê bikin xalên HSDê li wê herêmê mane yan na.
Ev gera esmanî ya hevbeş piştî wê yekê tê, duhî 2 Fermandarê Hêzên Esmanî ya Amerîkayê Thomas Bergeson û Cigîrê Fermandarê Hêzên li Ewropayê ya Amerîkayê Stephen Twitty duhî serdana bajarokê Kaniya Xezalan kiribûn û plana wê gera hevbeş a esmanî kiribûn.
Hêzên leşkerî yên Tirkiye û Amerîkayê heta niha li herêma ewle 3 gerên hevbeş ên esmanî kirine û roja roja 8ê vê mehê yekem gera bejahî jî li derdora bajarokê Girê Sipî kirin.
