Dr.Ferset Sofî wek Parêzgarê Hewlêrê hat hilbijartin
Erşed Şiwanî peyamnêrê WAARê li Hewlêrê raguhand: Encumena Parêzgeha Hewlêrê bi rêgeya dengdana aşkere kandîdê Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê bo parêzgariya Hewlêrê Dr. Firset Sofî weke parêzgarê nû yê Hewlêrê hilbijart. Firset Sofî bi dengê 27 endamên encumenê bi giştî bi 28 dengan weke parêzgarê nû yê Hewlêrê hat hilbijartin.
Got jî: Li gorey qanûna Civatên Parêzgehan ya sala 2009ê piştî bi destveînana dengên pêdivî, Civata Parêzgehê dê raporta xwe bo Wezareta Navxwe hinêrît û paşan parêzgarê nû, dê li beranberî serokê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna Wezîrê Navxwe sûnda qanûnî bixwet.
Newzad hadî, parêzgarê berîya niha yê Hewlêrê, ku bo demê du xulan parêzgarê Hewlêrê bû, piştî destbikarbûna parêzgarê nû, dê wek şîretkarê serokê Herêma Kurdistanê destbikarbe
Waar.tv
