Tirkiye: Berpirseka mezin a PKKê hate kuştin
Tirkiyê daye xuyakirin, ew berpirsa PKKê di operasyoneke artêşa wî welatî de bo ser Qendîlê, ku roja 19ê Tebaxê hatiye encamdan, jiyana xwe ji dest daye. Tirkiyê herwiha ragihandiye, navê Guluzar Turalê di lîsteya terorê ya wî welatî de hebû û di “kategoriya Sor” de cih digirt.
Ji bo bidestxistina zanyariyan yan jî kuştina wê berpirsa PKKê, Tirkiyê xelat diyar kiribû.
Tirkiyê di kategoriya Sor a lîsteya terorê ya wî welatî de, ji bo wan kesên ku weke terorîst rêzbendî kiriye, ji 200 hezar lîreyî heta 4 milyon lîreyî xelat diyar kiribû.
Guluzar Tural ji bo rojname û malpera Yeni Ozgur Politikayê ku ser bi PKKê ve ye, babet dinivîsand.
Tural herwiha di sala 1993an de peywendî bi refên PKKê kiriye û bo demekê li sînorê parêzgehên Erzîngan û Dersîmê çalakî kirine.
Rudaw
