Serok Barzanî û Cîgirê Serokê Nûnerê nû yê Amerîka li Iraqê civîyan
Cîgirê Serokê Nûnerê nû yê Amerîka li Iraqê xweşhaliya xwe bi vê hevdîtinê ragihand û ji bilî bilind nirxandina rola Serok Barzanî ya li proseya siyasiya Iraq û navçeyê da, ragihand ku ew hatine nêrîna Serok Barzanî ya di derbarê rewşa niha ya giştî ya Iraq û navçeyê û peywendiyên Herêm û Bexdayê bizanin.
Li hevdîtinê de bi dirêjî behsa guftûgoyên di navbera Herêm û Bexdayê kirin û Serok Barzanî carekî din tekez kir ku piştevaniya diyalogê ya li ser bingeha destûr çareseriya kêşeyan dikin. Her wiha rewşa siyasî ya navçeyê û gefên Da’îşê xistin ber behs û guftûgoyan.
Serok Barzanî ragihand ku her çende Da’îş li rûyê şerê bereyî ve şikaye, lê belê li nav neçûne û mijulî xwe rêxistinê ne. Her wiha tekez kir ku Da’îş gefe li ser hemû aliyek, ji bo hinek aliyan gefeke nêzîk û ji bo hineke din gefeke dûr dirêje, behsa wan sedeman jî kir ku Da’îşê dirust kir û wekî xwe man û nehat çareser kirin.
Her li vê civînê de pêşhatên siyasiyên dawî ya Iraq û navçeyê û rewşa Kerkûk û navçeyên maddeya 140 hate guftûgokirin, rewşa Sûriye mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî dilgiranî û têbîniyên xwe yên li ser rewş û paşaroja gelê Kurd li Sûriye bi şanda mîhvan ragihand.
Waar.tv
