• Thursday, 12 February 2026
logo

Rapirsiyekî nû: CHP li Tirkiyê dibe partiya yekem

Gulan Media September 11, 2019 Nûçe
Rapirsiyekî nû: CHP li Tirkiyê dibe partiya yekem
Li gorî dawî ankêta Navenda Lêkolînan a Avrasyayê, ku di Îlona îsal de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatiye encamdan, Partiya Gel a Komarî (CHP) careke din vedigere pileya yekem û rêjeya dengên AK Partiyê kêm dibe.

Hevdem ligel lêdana zengilê damezrandina partiya nû li Tirkiyê, navendên lêkolîn û rapirsiyan, li kêleka rojnamevan û şirovekaran çavdêriya guherînan dikin. Navenda Lêkolînan a Avrasyayê jî lêkolînek encam daye, ku li gor lêkolînên wê navendê, Partiya Gel a Komarî (CHP) ku wek partiya Kemalîstan û partiya sereke ya opozisyonê li wî welatî tê naskirin, li Tirkiyê dibe partiya yekemîn.

Li gor heman ankêtê, dengên AK Partiyê kêm dibin û hatiye diyarkirin, ku gendeliya îdarî û koçberên Sûrî, krîza Aborî û bêkarî sedemên sereke yên kêmbûna dengên AK Partiyê ne.

Rapirsiya Navenda Lêkolîan a Avrasyayê ew yek jî diyar kiriye, ku partiyên nû yên Ahmed Davutoglu û Alî Babacan dê nêzîkî ji sedî 4ê dengên AKPê ji xwe re bibin.

Serokê Navenda Lêkolînan a Avrasya, Kemal Ozkiraz ragihandiye, damezrandina partiya nû hevkêşeyan diguherîne û li gor rapirsiya herî dawî, CHP bi cudabûneke kêm li pêşiya AK Partî ye, tevî wê yekê, piraniya kesên ku hilbijartinê baykot dikin, dengderên AK Partiyê ne.

Zêdetirîn gazinên başdarbûyên di ankêtê de, bêkarî, pirsa penaberên Sûriyê û krîza aborî bûne. Herwiha dubarekirina dengdana şaredariya Istanbulê ziyan gihande AK Partiyê.

Li gor encamên wê rapirsiyê, AK Patî li beramber hemû partiyên din dengan jidest dide û karînên wê ji bo rawestandina kêmbûna dengan jî nîne.

Navenda Lêkolînan a Avrasyayê amaje bi wê yekê jî kiriye, ku piştî eşkerebûna şêwazê partiyên nû guherîn di van encaman de dirust dibin.

Her li gorî encama rapirsiya Navenda Lêkolînan a Avrasya, di gera damezrandina partiyên nû de, Davutoglu û Babacan dengên partiyên din dibin û herî zêde jî dengan ji AK Partiyê dibin, herwiha kêmtirîn dengan jî ji HDPê dibin.

Li gor encamên wê rapirsiyê, partiya Alî Babacan ji serî 5-6 dengên AK Partiyê, ji sedî 1-2 dengên CHPê, ji sedî 2 dengê IYI Partiyê, ji sedî 1 dengên MHPê û ji sedî 0.5 dengên HDPê dibe.

Herwiha di egera damezrandina partiyekê de, partiya Davutoglu tenê ji sedî 3-4 dengên AK Partiyê dibe.

Alî Babacan, ku yek ji damezrênerên AK Partiyê bû, piştî ku Tîrmeha îsal dest ji wê partiyê kişand, cara yekem roja Sêşemê 10ê Îlona 2019an, hûrgiliyên partiya xwe ya nû ji rojnamevanana re aşkere kir û ragihand ku berî hatina serê salê, ew dê partiya xwe ya nû damezrîne.

Babacan herwiha got, partiya wî ji ya Ahmet Davutoglu cuda ye.

Rudaw
Top