PDK piştgirî li pêkanîna “Lîsta Kurdistanî” li Kerkûkê dike
YNKê û PDKê biryar dan ku di derbarê dirûstkirina lîsteyeke hevbeş de bo hemû navçeyên nakokî li ser ên li Mûsil û Diyala, Selahedîn û Kerkûkê dirêjiyê bidin gotûbêjên xwe.
Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê, Xesro Goran, têkildarî vê mijarê ji Rûdawê re ragihand, ku PDK piştevaniya hebûna lîsteyeke Kurdî li Kerkûkê û navçeyên din ên madeya 140 a destûra Iraqê dike.
Xesro Goran herwiha bal kişande ser wê yekê jî, ku di civîna li gel YNKê de wan biryar daye ku “kar ji bo dirûstkirina lîsteyeke hevbeş li hemû navçeyên Kurdistanî” bikin.
Bi gotina Xesro Goran, bi armanca pêkanîn alîsteke hevbeş a Kurdistanî, ew dê li gel hemû aliyên din ên siyasî civînan pêk bînin.
Endamê Polîtboruya YNKê, Seidî Ehmed Pîre jî ji Rûdawê re got, “di civîna Polîtboruya YNKê de ku roja Çarşemê 4ê Îlonê hat encamdan, biryar hat dayîn ku li gel Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a YNKê, Rizgar Elî, serdana aliyan bikin ji bo gotûbêjkirina pêkanîna lîstekî hevbeş li navçeyên cihê nakokiyê.”
Pîre tekez kir, têkildarî heman mijarê, şanda YNKê dê serdana aliyên din jî bike.
Roja bihorî 11 partî û aliyên Kurdistanî li Kerkûkê biryar dan, ku bi lîstekî hevbeş beşdariyê di hilbijartinên encûmena parêzgehê de dikin. Wan aliyan navê wê lîsteyê jî, wek Kerkûk Kurdistanî ye, diyar kirine.
Tevî ku Partiya Demokrata Kurdistanê beşdarî di civînê de nekiribû jî, lê PDKê ragihnadiye, ku ew piştevaniya yekhelwestiya aliyên Kurdistanî dike, ji ber wê yekê ew jî dê tevlî lîsteya Kerkûk Kurdistanî ye bibe, û dê beşdariyê di hilbijartinan de bike.
Berpirsê Liqa PDKê li Kerkûkê, Mihemed Xorşîd ji Rûdawê re da xuyakirin, “PDK piştgirî li biryara pêkanîna lîsteya hevbeş a Kurdistanî li Kerkûkê dike û bi vê biryarê dixlweş e.”
Mihemed Xorşîd diyar kir, PDKê dixwest ku “di navê hevpeymaniyê de, peyva Kurdistanê hebe” û tekez kir, ew pêşniyara PDKê di civîna aliyên siyasî yên Kurdistanê de li baregeha Partiya Komonîst a li Kerkûkê hate qebûlkirin.
Nûnerê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ji Rûdaw re got, ku deriyê wan ji bo her aliyekî Kurdistanî vekiriye, ku bixwaze tevlî yekîtiya aliyên siyasî yên Kurdistanî li Kerkûkê bibe.
Rudaw
