Mehma Xelîl: Plana guherandina demografiya Şingalê hatiye danîn
Mehma Xelîl îro yekşemê 08.09.2019an ji BasNewsê ra axivî û got: "Hatina DAIŞê Şingalê planek bû. Hikûmeta Bexdayê Şingal daye destê Heşa Şaîbî. Bi her awayî dijayetiya Şingalê dikin û plan hene aramî venegere Şingalê. Herwiha hewl dihête dayîn ew hêzên ne meşrû ne li herêmê û li Şingalê cîgir bibin. Planên navxwe û derekî jî hene bo guherandina demografiya xelkê resen ê Şingalê.”
Herwiha Mehma Xalîl daye zanîn ku wan serdana Dadgeha Federal a Iraqê jî kiriye û wan bi aşkereyî ji dadgehê ra daye zanîn ku ew kesê ne şêniyê Şingalê be bila beşdarî di hilbijartinê da neke. Heger na wê jenosîdeka din bi ser Şingalê da bihête encam dan. Lewre planên hene xelkê resen ê Şingalê êzdî ji Şingalê bihêne derxistin û li şûna wan penaber bihêne bi cîkirin.
Basnews
