• Thursday, 12 February 2026
logo

Wezareta navxwe: Ev raportên han dûrin ji rasiyê

Gulan Media September 8, 2019 Nûçe
Wezareta navxwe: Ev raportên han dûrin ji rasiyê
dibêje deriyên girtîgehên Kurdistanê vekirîne
Wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek weşand û têde bersifa raportên hin alî û derdoran li dor hebûna girtiyên Kerkûkê li Kurdistanê de kir.

Di daxuyaniya wezareta navxwe de hatiye diyarkirin ku ev demeke ku hin alî û derdor bi zanebûn û bi mebesta teşhîr kirina nav û pêgeha Kurdistan û dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê raportên sosret amade dikin ku zaniyariyên nerast belav dikin.

Ev raport û zaniyariyên han yên şaş ev demeke bi armanca dijatî kirina Kurdistanê tên belavkirin lêbelê tevahiya wan dûrin ji rastiyê û ti bingeheke wan ya rast û bawermend tuneye, jiber ku zaniyariyên han ji aliyê kesên nebawerpêkirî ve hatine dayîn.

Wezareta navxwe herwiha eşkere kiriye ku deriyên girtîgehên Kurdistanê bo tevahiya saziyên mafên mirovan yên cîhanî û lokalî vekirîne û dikarin serdana girtîgehên Kurdistanê bikin daku bi çavê xwe bibînin ka li Kurdistanê girtiyên Kerkûkî hene an na?
Top