Serok Barzanî pêşwaziya şandeka bilinda HDPê kir
Li hevdîtinê de Hevserokê HDPê bi kurtî rewşa siyasiya Tirkiyê û kêşeya gelê Kurd li wî welatî û siyaset û nêrîna partiya xwe ya li ser çawayiya çareserkirina kêşeya Kurd û pêkanîna aştî û tebayî ya di navbera gelên navçeyê û bi destxistina yekrêzî û yek gotariya aliyên Kurdî ji bo Serok Barzanî şîrove kir.
Daxwaz jî kir ku Serok Barzanî bi bi ber çav girtina wê rol û pêgeha ku li nav Kurdistan û navçeyê da heye, yarmetiya çareseriya aştiyane û siyasiyaneya kêşeya Kurd bide.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî serdana şanda HDP ya ji bo Herêma Kurdistanê bi girîng wesif kir ,Tekez li wê yekê kir ku hîç kêşeyek bi kêşeya gelê Kurd ve bi şer û tundutîjiyê nayê çareser kirin û dawiyê jî dibê çareseriyeke siyasî û aştiyane ser bikevê.
Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de wê yekê bi şanda mîhvan ragihand ku ji bo alîkarîya çareseriya aştiyaneya kêşeya Kurd li Tirkiyê û beşên din li hîç hewlekî de kêmasî nake û ewê ji dest bê ji bo vê mebestê encam dide.
Serok Barzanî daxwaz jî ji şanda mîhvan kir ku ji bilî alozî û hebûna girifta kûr bi tu awayekî ji çareseriya aştiyê bê hêvî nebin û rê jî nedin ku hebûna nakokiyên siyasî bibê sedema serhildana nakokiya neteweyî ya di navbera Kurd û Tirk.
Waar.tv
