• Thursday, 12 February 2026
logo

Piştî gefên Erdogan, Ewropa dixwaze bi pereyan Tirkiyê razî bike

Gulan Media September 7, 2019 Nûçe
Piştî gefên Erdogan, Ewropa dixwaze bi pereyan Tirkiyê razî bike
Piştî gefa Serokomarê Tirkiyê ya ji bo şandina penaberên Sûriyê bo welatên Ewropî, Yekîtiya Ewropayê jî yekser bersiva da û ragihand, “divê rêkeftina penaberan bi niyeta baş were cîbicîkirin.” Berdevka Komîsyona Ewropayê da xuyakirin, ku wan heta niha gelek alîkariyên darayî ji Tirkiyê re şandine û tekez kir, ew dê di demên pêş de pereyên zêdetir bişînin.

Tirkiye karta penaberan weke gefekê li hemberî Ewropa bikar tîne. Enqere ji welatên Ewropayê dixwaze ku di derbarê avakirina navçeya aram de piştevaniya wê bikin, da ku wan penaberên Sûriyê li navçeya aram bicîh bike.

Welatên Ewropî jî hewl didin nakokiyên xwe yên li gel Tirkiyê kêm bikin, da ku rastî pêleke milyonî ya penaberan neyên.

Rayedarên Tirkiyê niyeta xwe neveşartine, ku dixwazin koçberên Sûrî yên li wî welatî li navçeya aram bicih bikin û heta niha çendîn caran amaje bi wê yekê kirine.

Serokomarê Tirkiyê ji bo cara çendemîn e ku gefa şandina penaberên Sûriyê li welatên Yekîtiya Ewropayê dixwe û herî dawiyê jî duh Pêncşemê 5ê Îlonê di civîneke partiya xwe de li Enqerê ragihand, eger Ewropa di mijara avakirina navçeya aram de alîkariya Tirkiyê neke, ew dê deriyan li ber penaberan vekin, ku biçin welatên Ewropî.

Recep Tayyip Erdogan got, eger heta dawiya meha Îlonê navçeya aram neyê avakirin, dê Ewropa rastî pêleke mezin a penaberan bê, ji ber ku sozên dabûn Tirkiyê bicîh neanîne.

Piştî wê gefa Erdogan,Yekîtiya Ewrûpayê jî bi awayekî lez bersiva Tirkiyê da û ragihand, ku ew dixwazin li ser bingeha rêkeftina penaberan a navbera herdu aliyan, bi niyeteke baş kar bikin.

Berdevka Komîsyona Ewropayê, Natacha Bertaud weke bersiva ji bo gefên Erdogan ragihand: “Em bawerin ku li gel Tirkiyê bi niyetekî baş rêkeftina koçberan biparêzin.”

Natacha Bertaud diyar kir: “Alîkariyên me yên ji bo penaberên Sûriyê li Tirkiyê berdewam in û heya niha me 5.6 milyar Euro radestî Tirkiyê kiriye. Di demên pêş de jî emê pareyan ji Tirkiyê re bişînin.”

Piştî destpêkirina krîza Sûriyê û koçberbûna bi milyonan kesan, welatên Ewropî jî hewl didin ku xwe ji ziyanên pêla penaberiyê biparêzin û di derbarê wê mijarê de çendîn bernameyên cor bi cor dane ber xwe.

Yek ji wan bername û planên welatên ewropî, alîkarîkirina penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê bûye ku welatên Ewropî alîkariyên darayî pêşkêşî Tirkiyê dike, daku ji bo penaberan xerc bike.

Şîrovekarên siyasî jî dibêjin, take karta bihêz a ku li hemberî welatên Ewropî di destê Tirkiyê de ye, karta penaberên Sûriyê ye ku zêdetir ji 3 milyon 600 hezar ji wan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dimînin.

Rudaw
Top