• Thursday, 12 February 2026
logo

Gelo Alî Babacan û Ehmed Dawitoglu dawî li deshilatdariya AKPartiyê Tînin?

Gulan Media September 6, 2019 Nûçe
Gelo Alî Babacan û Ehmed Dawitoglu dawî li deshilatdariya AKPartiyê Tînin?
Li Tirkiyê avakirina 2 partiyên nû û jidûrxistin a Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ehmed Dawutoglu ji AK Partî ya deshilatdar, mijarên sereke ne. Ligel Wezîrê Aborîyê yê berê Alî Babacan, niha Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ehmed Dawutoglu jî, endamê AK Partî, ya ku ev 18 sal in li Tirkiyê deshilat e nîn in. Alî Babacan û Ehmed Dawutoglu niha hewla avakirina 2 partiyan didin. Li gorî hin pisporan, ev her du partiyên nû, dibe ku dawî li deshilata AK Partiyê bîn in. Hin pispor jî dibêjin, AK Partî bi kesayetên nû, êdî nikare hêza xwe ya berê biparêze.

Li Tirkiyê di siyaseta navxweyî de piştî hilbijartinên 31ê Adarê yên herêmî û hilbijartina Stenbolê ya 23ê Hezîranê di nava partiya deshilatdar Ak partiyê de îstîfa û ji partiyê dûrxistin jî destpê kirine. Piştî ku wezîrê berê yê aboriyê Alî Babacan û wezîrê berê yê dadê Sadullah Ergîn ji Ak Partiyê îstîfa kirin, herî dawî jî bi biryara lijneya rêvebir ya navendî ya Ak Partiyê serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ehmed Dawitoglu û sê parlemnterê berê ji partiyê hatin durxistin. Gelo çima Dawitoglu jî weke Alî Babacan Îstîfa nekir û partiyên ku Dawitoglu û Alî Babacan ava dikin dê deshilatdariya ak partiyê ya 18 salan hilveşîne yan na?

Li gorî serokê kompanyeya rapirsiyê MAKê Mehmet Alî Kulat Ahemd Dawidoglu ji bo ku di nava ak partiyê de propagandaya xwe bike ji partiyê îstîfa nekiriye û partiyên bêne avakirin eger heye dawî ji deshliata Ak partiyê binîn.

Mehmet Alî Kulat, serokê rapirsiya kompanyeya MAKê, got: "Ehmed Dawitoglu serokatiya Ak Partiyê kir û bû serokwezîr. Ligel vê yekê Dawitoglu bi layen û kadroyên Ak Partiyê re du hilbijartin birêvebirin û hemûyan ji nêz ve nas dike. Mayîna wî ya di nava partiyê de destê wî bihêz kir û niha bi îxrackirinê jî wek maxdurekê tê dîtin û ev yek ji bo avakirina partiya wî propagandeyeke baş e.Herwiha Partiyên ku bên avakirin ji sedî 1,5 deng bistînîn Ak Partî deshilatdariya 18 salan winda dike."

Li gel vê yekê Dûrxistina Ehmed Davutoglu û hin kesên pê re weke ku AK Partî ji paolîtîkaya xwe ya 2002 dûrketiye tê binav dikin. Lê Serokkomarê Tirkiyê û di heman deme de serokê giştî yê Ak Partiyê Erdogan jî dibêje ew ê partiya xwe nûjen bikin.

Bi boçûna pisporê siyaseta navxweyî Profesor Dr. Tevfîk Erdem jî kesayetên sereke yên Ak Partiyê êdî nemane û Ak Partî bi kesên nû nikara hêza xwe ya berê bidest bixe

Prof.Dr. Tevfîk Erdem, pisporê siyaseta navxweyî, dibêje: Di sala 2018an Piştî karîgerbûna pergala serokkomarêyê rexneyên ku Ak Partî ji polîtîkayên xwe yên sala 2002an dûr ketiye dest pê kir. Di hilbijartinên 31ê Adarê de jî ev rexne zêdetri bûn û hejmarek zêde alîgirên Ak Partiyê yên xwandane û muxafazekar ji partiyê dûr ketin. Îro jî kadroyên sereke yên Ak Partiyê nemane û bi kesayetên nû zehmete ku Ak Partî hêza berê peyda bibe. Encax Erdogan bixwe li qadan dikara hêza xwe biparêze.

Li gorî çapemeniya Tirkiyê di 15ê Îlonê de bi serokatiya wezîrê aboriyê yê berê Alî Babacan partiya yekem û di destpêka meha Cotmehê jî tê çaverêkirin ku bi serokatiya serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ehmed dawudoglu partiya duyem bê avakirin. Pispor jî amaje pê dikin ku avakirina van her du partiyan di nava Ak Partiyê de metirsiyek daye der ji loma jî eger heye ku hilbijartineke pêşwext jî bê lidarxistin li Tirkiyê.

Basnews
Top