• Thursday, 12 February 2026
logo

Erdogan tehdîd kir: Emê berê koçberan bidin Ewropayê!

Gulan Media September 6, 2019 Nûçe
Erdogan tehdîd kir: Emê berê koçberan bidin Ewropayê!
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje, eger Ewropa alîkariya Tirkiyê neke li “herêma aram”, ew dê sînor jikoçberan re vekin berê wan bidin welatên Ewropî!

Erdogan li Enqereya paytexta wî welatî, li gel berpirsên AK Partiyê yên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê civiya û di wê civînê de gotarek pêşkêş kir.

Erdogan li ser “herêma aram” ragihand ku pêwîst e Ewropa di pêkanîna wê herêmê de alîkariya Tirkiyê bike û got ku eger Ewropa alîkariya Tirkiyê neke ew dê sînorên xwe vekin û berê koçberan bidin Ewropa!

Serokê Tirkiyê herwiha ragihand ku eger Amerîka beşdarî avakirina “herêma aram” nebe , ew dê bi tena xwe wê herêmê pêk bînin.

Erdogan diyar jî kir ku ew dê heta dawiya meha Îlonê sebir bikin û piştire dê li bakûrrê Sûriyê dest bi karê pêkanîna “herêma aram” bikin ku wê bi dirêjahiya hêla sînorî be ligel Sûriyê ku 450 kîlometr e.

Erdogan ji Ewropa û Amerîkayê re got, “Werin piştevaniya me bikin, em dê di kurahiya 30 kîlomtre li Bakûrê Sûriyê, avahiyan çêbikin û wan koçberan jî veguhêzin wan deveran.”

Li Tirkiyê derdora 3.5 milyon penaberên Sûrî hene. Heta niha rayedarên Tirkiyê gelek caran tehdîd kirine ku dê wan penaberan bişînin Ewropa.

Basnews
Top